Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 12ê Adarê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me….

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 125’an.

&- Partiya Çep a Swêdê konferansa xwe ya salane li Herêma Dalarna li dar xist û di konferansê de piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin.

&-Li girtîgeha Mêrdînê rojnameger û siyasetmedar jî di nav de 142 girtî ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger.

&- Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 12 şervanên di qonaxa yekem ya Berxwedana Serdemê de şehîd bûne eşkere kirin.

&-Bi dehan çeteyên DAIŞê, xwe radestî QSD’ê kirin û dûh şev ve şerekî dijwar diqewime.

&- Koordînasyona TEV-DEM’ê, bi wesîleya salvegera 15’an a komkujiya Qamişloyê daxuyaniyek da û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

&- Namzedên HDP’ê yên hevşaredariyê kolan bi kolan, dikan bi dikan, mal bi mal digerin û balê dikişînin ser giringiya hilbijartinên herêmî.