Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 12 Adarê 2021ê, În
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

& – Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin xizmên xwe bibînin îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Doh Piştî xwepêşandanan şandeyek ji rêveberiya Şengalê, bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anî, çav li rê ye ku îro hevdîtin berdewam bikin.

&- Karê Tifa Kurdistanê bi deklarasyonekê got: wê Newroza îsal li Bakurê Kurdistanê bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin” bê pîrozkirin

&- YPS’ê Şehîd Çiyager bi bîr anî û got: “Çiyageran çok li ber artêşa Tirk nedanî û Hevrêyên wî jî li Garê artêşa Tirk têk birin

&- Sazî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku gefa li ser Şingalê wê aloziyê mezintir bike

&-Li Wanê kolana ku avahiya Rêxistina HDP’ê lê ye ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin