Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 12 Nîsanê 2021, DUŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Ji OHD’ê parêzer Veysî Eskî got: “Binpêkirina mafên mirovan bi taybetî ji aliyê girtiyên siyasî ve êdî nema tê îdarekirin.”

&- Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Colemerg Şemzînan û navçeya Amed Hezroyê dest bi tevgereke leşkerî kir.

&- Wezîrê Karê Hindir yê Iraqê Osman Xanmî bi şandek leşkerî ve gihişt Şengalê.

&- Malbata Şenyaşar a ku di êrîşa AKP’yî yan de 3 kesên ji malbata wan hatibûn kuştin, diyar kirin ku heta 23 gumanbar neyên girtin wê nobeta wan a edaletê bidome