Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê TEMMUZÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, serî li Serdozgeriya Komarê dan û daxwaz kirin ku Îmralî û hevdîtina bi xizmên xwe re pêkbînin.
&- Hêzên Gerîlla li Sêrt û Colemêrgê çalakî pêk anîn, 7 leşker hatin kuştin.
&- Welatiyên herêma Raperîn bi hêviyek mezin qala xebat û rizgarîxwaziya gelê Kurd kirin û gotin, wê Qendîl mizgîniya azadiyê ji bo Kurdistan û Rojhilata navîn bîne.
&- Balafirên şer yên rejîma Îranê û Artêşa Tirk, Bradost û Balakatî herêm bombe kirin û 2 sivîl şehîd bûn.
&- Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke berpirsiyariya çalakiya li Efrînê girte ser xwe û got: di encama çalekiyê de 16 çete hatin kuştin.
&- Çalakiyên sabotaja li daristanan ya li Mûxla û Stenbolê, Mîlîsên Tolhildanê yên Yekgirtî ya Gelan girte ser xwe.