Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê Îlonê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, jibo hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Meşa dirêj ya ciwanên Kurd, ya ji bo azadiya Rêber Ocalan, di roja 4’mîn de dewam dike.

&- Çalakiya gel, rêveber û parlamenterên HDPê ya li dijî desteserkirina şaredariyan û erkdarkirina qeyuman, doh, di 24mîn rojê de, li Amed, Wan û Mêrdînê dewam kir.

&- Girtiyên PKK û PAJKê diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêk û qrîza li Tirkiyê û Kurdistanê, herkesê li vê erdîgariyê dijî berpirsyar e.

&- Komîteya Gel û Baweriyan ya KCK’ê jibo meha Muharremê û berxwedana Kerbelayê peyamek da.

&- Çalakiya Dayikên Aştiyê, ya li dijî dorpêça hêzên çekdar yên PDKê, li noqteya kontrolê di roja 12an de dewam dike.

&- Kiryarên çete û kontrayên dewleta Tirk her ku diçe li Bakurê Kurdistanê zêde dibin.