Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12ê Cotmehê 2020 DÛŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Çalakiya ‘Nobeta Azadiyê’, ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di hefteya 434an de, bi koma Kurdistaniyên ji Elmanya bajarê Brêmen dewam dike.
&- Siyasetmedar û rewşenbîrên li kantona Şehbayê destnîşan kirin ku armanca tecrîda li ser Rêber Ocalan şikandina vîna gelê Kurd e.
&- NPG’ê ragihand ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan tevî gerîla Hebûn û Canfeda tevlî karvanê Nemirên Kurdistanê bû.
&- Hikumeta Bexda û hikumeta herêma Kurdistanê, doh ragihandi ku wan derbarê rêvebirina Şingalê de li hev kirina.
&- Nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bi zimanekî hevbeş diyar kirin ku, lihevkirina Baxda û Hewlêrê, ya li ser Şingalê planekî nû yê dagirkirin û qirkirinê ye.