Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12ê Mijdar 2020 PENCŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me…

&- Di çarçoveya kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ li gelek welatên Ewropayê yên weke Swîsre, Elmanya, Fransa, Fînlandiya, Belçîka û Hollandayê çalakî hatin lidar xistin.

&- Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê banga mezinkirina berxwedanê li hemû kurdistaniyan kir û got, divê em hemû bakurê Kurdistanê vegerînin qadên çalakiyan.

&- Li dijî siyaseta şerxwaz a PDK’ê 56 rêxistinên civaka sivîl yên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hevbeş dan û gotin; Şerê navxweyî ji bo gelê Kurd birînek xedar û ezmûnek xwekujî ye.