Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 12’ê Kanûnê 2019, PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hêzên Rizgariya Efrînê HRE, ragihand ku di çalakiyên tolhildanê de, li herêmên Efrîn û Ezazê 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
&- Rûniştina yekemîn ya konferansa têkildarî Rojava û dagirkeriya Dewleta Tirkiiya ya li Parlementoya Ewropa doh bi dawî bû.
&- Koordinasyona Defend Rojava, Women Defend Rojava û Rise Up for Rojava, ji bo meş û mitingên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin.
&- Dadgeha Tirk, doh jî, li Amedê 2 HDPyî girtin û şandin girtîgehê.
&- Rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl yên Hewlêrê, bang li aliyên siyasî kirin ku bersivek erênî bidin hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya neteweyî,