Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê Kanûnê 2019, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li bajarê Salerno yê Îtalya saziyên ARÇÎ û La Gambîentê, endametiya rûmetê û qerta endamtiyê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
&- Walîtiya Tirk ya dagirker, ya li Colemêrgê, qedexeya li herêmên bejahiya li navçeyên Colemêrg, Çelê, Şemzînan, Gever û Rûbarokê 15 rojên din dirêj kir.
&- Li Girtîgeha Xarpetê zext û zora li ser girtiyan zêde dibe.
&- Konferansa li Parlementoya Ewropa ya li ser Rojava, doh rûniştina dawî pêkhat û hate gotin: Divê PKKe ji lîsteya terorê werê derxistin.
&- Ji bo Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya Berxwedana Rûmetê, li derveyî welat, bi pêşengiya Heyva Sor ya Kurdistanê kampanyayên alîkariyê didomin.