Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 25’ê Kanûnê 2019, ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja, Emê Bûltena Rojî pêşkeş bikin.
&- Rayedarên dewleta Tirk îro jî, bersiv nedana serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li IMralî û hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re asteng kirin
&- Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn destnîşan kir ku, Sîstema li Îmraliyê ji destpêkê ve sîstemeke cuda ye û taybet e. Pêkanîna li Imraliyê, li dijî hiqûqê Tirkiyê, navneteweyî û li dijî peymanên navneteweyî ye.
&- Hevseroktiya Konseya Rêveber ya KCK’ê, ji bo 42mîn salvegera komkujiya Meraşê daxuyaniyek da û got: Komkujiya liser civaka Êlewiyan bi hemû hêza xwe dewam dike.
&- PJAK’ê bang li hemû gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, di 26ê Kanunê de, tevlî merasîmên bîranînê bibin.
&- Kiryarên faşzîan yên AKP/MHPê li girtîgehên Tikriyê Bakurê Kurdistanê dewam dikin.
&- Rûspî û şêxên eşîrên Dêre Zorê banga têkoşînê û piştgiriya QSD`ê kirin.