Ji Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27’ê Kanûnê 2019, ÎN
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzera Rêber Apo Raziye Turgut û Parlementer Mensûr Işik dibêjin ku cezayê dîsîplînê ku îro li Imraliyê tê pêkanin, tê wateya girankirina tecrîdê.

&- Hêzên Gerîlla li Xakûrkê li dijî hêzên Artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêkanîn.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bal kişand ser têkiliyên Erdogan ên li herêmê û got; Erdogan qûmareke bi rîsk dilîze. Di navbera Dewleta Tirk û Rûsyayê de jî bazarên Mezin hene.

&- Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK Koçerîn Amed, sala 2019’an nirxand û got, “Em sala 2020’î bikin sala serketinê û tevlî xeta azadiyê ya jinê bibin.”

&- Rêveberiya kampa Holê keçeke Êzidî ku ji Şingalê ye, radestî meclisa Mala Êzidiyan ya kantona Cizîrê kir.

&- Kongrya HDP’ê ya Eskîşehîrê bi gefan hate astengkirin.

​​​​​​​&- Li bejahiya rojhilat û başûr-rojhilatê Idlibê şerekî giran heye û hêzên Sûriyê li gelek deveran pêş de diçin.