Ji Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30’ê Kanûnê 2019, DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Imraliyê siyaseta tecridê bi dijwarî dewam dike û tevahiya serlêdanên parêzer û malbata Rêber APO û girtîyên din têne asteng kirin.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk da zanîn ku rêber Apo ji bo hemû gelan Rêbertiyê dike û got; Li dijî tecrîdê divê herkse rabe ser piyan.

&- Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku, li navçeya Agirî Bazîdê, li dijî leşkerên li qereqola Aybeg çalakî pêkanîn.

&- Li bakûr û rojhlatê Suriyê, êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û hêzên QSDê jî bi tundî bersiva êrîşan dide.

&- Kuştina jinan li gelek welatan pirsgirêkeke sereke ye, û di sala 2019’an de bi sedan jin jiber siyaset û sistemên baviksalar hatine kuştin.

&- Hêzên Emerîkayê, li Iraq û sûriyê li dijî 5 baregehên Ketayib Hizbullah êrîş pêk anîn.

&- Komek ji nivîskarên Kurd, rêze romana bi navê “Vejîna li Welatê Rojê” ber bi dawî birine.