Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31’ê Kanûnê 2019, SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li Şirnex û navçeyên wê, 15 herêmên bejahî, li Sêrtê hin herêmên ser bi navçeyên Dihê û Perwarî weke herêmên leşkerî hatin îlankirin û ketin û derketina van herêman ji welatiyan re hate qedexekirin.

&- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, bi mebesta sala nû daxuyaniyek da û got: Dîroka gelan ya bi berxwedaneke mezin hate nivîsandin, wê rastiyê li şûna wê bi cih bike û edaletê pêk bîne.

&- Xelkên Mexmûrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirker û dagiker yên dewleta Tirk li Kurdistanê bi meşekê protesto kirin.

&- Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk destnîşan kir ku, çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, modela Konfederalîzma Demokratîk ya Ocalan e.

&- Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî di çarçoveya hewldana yekitiya kurdî de bi nivîskarên Kurd re civiya.

&- KNK û KCD peyamên sala nû dan…