Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûrê, 12. Kongreya Saziya Malbatên Şehîdan, beriya 2 rojan, di 14’ê Cotmehê de destpêkir û doh êvarî bi dawî bû.
Roja pêşî, piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a wargehê Neşat Kara axaftnek kir û got; Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Li cîhanê, bi taybetî li Rojhilata Navîn kaos û krîz hene. Em û tevahiya gelê Kurd. bi paradîgmeya Rêbertî têkoşînê dikin. Lê esasê têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku azadiya Rêbertî misogeriya azadiya gelê Kurd e.
Piştî xwendin û nirxandina rapora karên salanê, hilbijartin hate kirin Murad Encu û Sarya Marînos weke Hevserokên Saziya Malbatên Şehîdan hatin bijartin..
Piştî hilbijartinê, hevseroka berê Sultan Yildiztan axivî û got; Em ê her dem û di hemû mercan da destekê bidin rêveberiya nû ya Komelê. Têkoşîna me wê ji bo azadiya Rêber Ocalan bi hemû hêza xwe dewam bike.
Konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.