Serdar Karakoç 23’yê Gulanê li ser daxwaza Almanyayê, li Holandayê hate girtin.

Tê payîn ku 17’ê Hezîranê derkeve pêşberî dadgehê.

Nerazîbûnên li dijî vê bê hiqûqiyê jî dewam dikin.

Ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê gelek kedkarên çapemeniyê, ji bo rojnamevan Serdar Karakoç daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Serdar Karakoç tavilê bê berdan û xwestin, rêz ji mafê azadiya çapemeniyê ya gelê Kurd re bê nîşandan.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke rojnamevan, xebatkarên çapemeniyê, nivîskar û rewşenbîr em daxwaz dikin ku Serdar Karakoç tavilê bê berdan û dewleta Hollandayê ji polîtîkayên ku Kurdan û çapemeniya Kurd krîmînalîze dike, dûr bisekine.

Em bang li çapemeniya Hollandayê, saziyên çapemeniyê, sendîkayên rojnamevan û hevkarên xwe dikin ku ji bo azadiya rojnamevan Serdar Karakoç çalakiyan lidar bixin.

Ev di heman demê de, demokrasî, hiqûq, azadiya agahîwergirtin û ragihandina mafê Kurdan e jî.