Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 13ê Adarê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
& Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Ciyager û Şehîd Zeryan li Stenbolê Helîkopter xistin xwarê.
&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Ocalan û girtiyên din red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 126’an.
&- Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li bajarên Swîsre, Fransa û Elmanyayê hate şermezarkirin.
&- Berxwedana Greva birçîbûna ya bi tevlîbûna 14 çalakgeran li Strazbûrgê kete roja 87an, greva bi dorveger a li pêşiya Konseya Ewropayê jî bi koma 3emîn dewam dike.
&- Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên Gerila, li Şemzînanê li hemberî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn, 4 leşker hatin kuştin.
&- Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl YPS’ê derbarê şehîdên Sûrê yên bi fermandariya Çiyager daxuyaniyek da.
&- Hevserokê HDP’ê Sezaî Temelî û şandeya li hevkirina Kurdan, doh li Êlihê bûn.
&- Gera hevserokên HDP’ê ya li Kurdistanê dewam dike û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, li navçeyên Erzirom, Xinûs û Tekmanê bû.
&- Navendên Tevgera Azdî û RJAKê hatin girtin û mohrkirin.