Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 14ê GULAN 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên Dewleta Tirk, vê carê jî, serlêdana Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah û girtiyên din yên li Îmraliyê, bi behaneya cezayê disîplînê red kirin.

&- Berxwedêra greva birçîbûnê Fecriye Benek diyar kir ku wê dîrok kesên bêdeng dimînin efû neke. Jiber ku berxwedana me bi qasî tîrêjên rojê sotîner e.

&- Malbatên ku zarokên wan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe li Umraniye, Kartal, Başakşehîr û li Esernyuttê hatin gel hev û meş li dar xistin.

&- Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî got, ku birêz Ocalan di peyama xwe ya 6ê Gûlanê de peyameke siyasî û dîplomatîk daye

&- Gerîlayên HPG’ê li Şirnexê li herêma Bestayê li dijî leşkerên Tirk çalakiya suîkastê pêk anî û di encam de leşkerek hate kuştin.

&- Li navçeya Çewlik Gêxî, ku qedexeya derketina derve lê berdewam dike, di navbêra artêşa Tirk a dagirker û gerîllayên HPGê de şer derket. Di şer de 2 leşkerên Tirk birîndar bûn. &- Li Navçeya Şirnexê Silopya’yê jî teqînek pêk hat û di encama teqînê de 1 jê giran 3 cerdevan birîndar bûn.

&- Senatorê Fransî Giyom Gontax ji Hevserokê KCDK-Ewrûpayê Yuksel Koç re nameyek şand û got, li dijî tecrîdê em li gel berxwedana Gelê Kurd in.

&-Hêzên Rizgariya Efrînê li Mareyê derbeyêk mezin li çeteyên Tirk xist û 3 çete kuştin.

&- Li Idlibê, di roja 12 an a êrîşan de, hêzên Rus û rejima Suriyê heta niha 150 caran êriş kirin ser heremên bê çek.