Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê TEBAXê 2019 SÊŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel NPGê, ji bo salvegera 36mîn a 15ê Tebaxê daxûyaniyek da û Cejna Vejînê 15ê Tebaxê pîroz kir.
&- Komîteya Rêveber a PKK’ê û Koordînasyona KJKê salvegera 36’an a pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
&- Navenda Ragihandina HPGê derbarê çalakiyên hêzên Gerîlla yên dawî de daxûyaniyeke dan.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di nava 10 rojan de, 72 çete û leskerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
&- hêzên Arteşa Tirk li navçeya Colemêrg Geverê, li navçeya Wan Şaxê û li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li Çiyayê Bagokê, dest bi operasyoneke leşkerî kir.
&- Berfirehî û naveroka “Herêma Tampon” ya lihevkirina di navbêra Emerîka û Tirkiyê de eşkere bû, hate diyarkirin ku wê “Herêma Tampon” 5 kîlometir bi kûrahî û 100 kîlometir bi dirêjahî were avakirin.