Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 13’ê Îlonê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDPê Leyla Guven, anî ziman ku hem nahêlin bi rêk-û-pêk hevdîtin bi Rêber Ocalan re bêne kirin, hem jî hewl didin kaosê kûrtir bikin.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku “Faşîzma 12’ê Îlonê dixwest PKKê di nava betona zîndanê de têk bibe, lê faşîzma 12ê Îlonê li hemberî îdeolojiya PKKê têk çû.

&- Hêzên gerîlla, li Xakûrkê, li Girê Şehîd Botan û Girê Şehîd Sarya li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidar xistin, di çalakiyan de herî kêm leşkerek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li Navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li Çiyayê Bokê operasyon dane dest pê kirin.

&- Meşa dirêj ya ciwanan ji bo azadiya Ocalan, di roja pêncan de, wê bigihe bajarê Gladbache û bi dawî bibe.

&- Kurdistaniyên li Swisre, doh li bajarê Cinevê, li ber avaniya Neteweyên Yekbûyî, ambargoya li ser kampa penaberan ya Şehîd Rustem Cudî- Mexmûrê şermezar kirin.

&- Li Amed, Wan û Mêrdînê nobeta demokrasiyê, li dijî xespkirina îradeya gel, di roja 25an de berdewam kir.

& -Artêşa Tirk gundê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike.

&- li Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, teqîneke mezin rû da, li gorî agahiyên destpêkê 13 kes mirine û gelek birîndar bûne.