Rojnamevan û ji edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê li deriyê Sêmalka, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate revandin û 139 roj in tu agahî jê nayê girtin.
Hefteyek piştî windabûna rojnamevan Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û mikur hat ku rojnamevan Silêman Ehmed li cem wan e û îdda kir ku ew ne rojnamevan e.
Rojnewsê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku asayişa Dihokê derewan dike. Silêman Ahmed rojnamevan e û nêzî 5 salin li ajansa wan weke êdîtorê beşê erebî kar dike
Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed Reşîd jî diyar kir ku wan û koma Parastina Silêman Ehmed, gelek serlêdan kirine. Lê Asayîşa Dihokê û desthilatdariya başûrê Kurdistanê bi eşkere Destûra Bingehîn binpê kirin û nehiştin em muwekîlê xwe bibînin. Em amadekariyan dikin ku serî li Dadgeha Federe ya Iraqê bidin.
Prz. Nerîman Ehemd got; PDK heta îro, têkildarî muwekîlê me Silêman Ehmed tu agahî parve nekirine. PDK ji ewllehî û jiyana wî berpisiyar e.
Rayedarên Rojnewsê jî daxuyaniyek da û daxwaz kir ku derbarê edîtorê wan Silêman Ehmed de agahî ji raya giştî re werin dayin û demildest werê berdan û got;
Em ji jiyana edîtorê xwe Silêman Ehmed bi fikarin û me serî li Neteweyên Yekbûyî jî daye.