Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 14ê Adarê 2019 PÊNÇŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Tecrîda li Imraliyê dewam dike, Parêzerên Ocalan û girtiyên din, îro carekedin serî li Serdozgeriya Bursa dan.

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 127’an.

&- Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, li Ewrupa bi çalakiyan hate şermezarkirin.

&- Tîmên Tolhildanê yên Şehîd Ciyager û Şehîd Zeryan li Stenbolê Helîkopter xistin xwarê.

&- Berxwedana Greva birçîbûnê yên li Ewrupa dewam dikin

&- Li 67 zindanên dewleta Tirk 335 girtiyên azadiyê: 89 roj in di greva birçîbûnê de ne.

&- Girtiyên ji doza PKKê û PAJKê, ji 1’ê Adarê û vir ve, 14 roj in, li tevahiya girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di greva birçîbûnê de ne.

&- Li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên HDP yên hilbijartinê dewam dikin