Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 14ê GULAN 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Piştî civîna Meclîsa Rêveberiya Giştî ya HDPê, bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku pêkhatina hevdîtina 2’ê Gulanê nîşan da ku, li pêşiya bi dawîkirina tecrîdê ti astengî nîne.

&- Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûstafa Karasû, di televizyona Medya Haber de, beşdarî bernameya “Ulkeden” bû û got: Rojiya mirinê mîna 14ê Tirmehê dîrokî ye.

&- Jinên ku li Qamişloyê tevlî meşa ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî dayikan bûn, diyar kirin ku berxwedan wê bidome.

&- Li Navçeya Sîlopya ya Şirnexê teqînek pêk hat. Di teqînê de 3 cerdevan birîndar bûn.

&- Komek ji ciwanan, li navçeya Edenê Seyhanê bombeya deng avêtin qereqola polîsan.

&- Heyva Sor ya Kurdistanê, careke din alîkarî şande Rojhilatê Kurdistanê.

&- Girtiyan diyar kir ku rêveberiya girtîgehê li Girtîgeha Baybûrt’ê bi hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin