Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 14ê Hezîranê 2021 DUŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Nobeda Azadiyê, ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê tê lidarxistin û di sala xwe ya 10’an de bi komeke nû ya ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dewam dike
&- Di encama çalakiyên dawî yên gerîlla de 8 dagirker hatin cezakirin.
&- Girtiyên PKK û PAJK’î bi daxuyaniyekî gotin: Divê em îxanetê qebûl nekin û pêşiya wê bigirin. Divê em li dora berxwedêran bibin yek
&- Şandeya Aştiyê ya Navnetewî piştî ku li Hewlêrê kampanyaya dijî dagirkeriyê ragihand, xwestin ji otêla lê diman derkevin, lê ji aliyê asayîya Hewlêrê ve hatin astengkirin.
&- Siyasetmedarê Kurd Makî Revend da zanîn ku PDK û MÎT’a tirk wê sivîlan bikin hedef.