Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14’ê TEBAXê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokatiya konseya rêveber a KCK’ê salvegera 36’an ya pêngava 15’ê Tebaxê li gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata navîn pîroz kir.
&- Endamê Komîteya Rêveber Ya PKK’ê Dûran Kalkan, dazanîn ku 15ê Tebaxê kok e, lehengiya ji bo têkbirinê ye û pîvanên jiyan nû afirand.
&- Hêzên Gerîlla, bi rasthatina salvegera 15ê Tebaxê, li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalakî pêkanîn.
&- Mîlîsên Tolhildanê yên HBDHê, wan li Bornovaya Îzmîrê çalakiyek li dar xistine.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, Çiyayê Bagokê operasyon dane dest pê kirin.
&- Li Çiyayên Kazê, çalakgerên 19 rojin li dijî komkujiya xwezayê li ber xwe didin, bi biryarin ku bi şirketên madenê gav paşve bidin avêtin.