Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14 ÎLONê 2020 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&-Navenda Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku, hêzên Gerilla bi dijwarî li hêzên Artêşa Tirk yên li Heftanînê dixin. Gelek leşkerên Tirk têne kuştin û birîndar dibin.

&- Hêzên Arteşa Tirk ya dagirker li çiyayê Bagokê dest bi tevgereke dagirkeriyê kirin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê -HRE, ragihand ku di çalakiya wan ya li dijî baregeha leşkerî ya Dewleta Tirk de 7 leşker hatine kuştin.

&- Mamostayên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî -Mexmûrê, bi daxuyaniyekê tevlî pêngava KCK’ê bûn.