Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 14’ê MIJDARÊ 2019 PÊNCŞEMÎ

Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00

Gûhdarên hêja, Emê nûçeyên dawî pêşkeş bikin.

&- Nasir Yagiz ku 187 rojan li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ket greva birçîbûnê, diyar kir ku rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e

&- Artêşa Tirk a dagirker, li herêma bejahî ya navçeya Amed Lîcê, dest bi operasyoneke leşkerî kir.

&- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî gundên Til Temirê dikin.

&- Pisporê leşkerî Osman Mihemed destnîşan kir ku balafirên bêmirov yên dewleta Tirk, ên li ser Başûrê Kurdistanê difirin, ji xaka Başûr radibin.

&- Li Şengalê jî pêngava boykotkirina malên Tirk destpêkir.

&- Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê, Dewleta Tirk a dagirker, li Efrîna ku dagir kiriye, di sal û nîvekê de herî kêm 32 ji wan zarok, 227 sîvîl kuştin.