Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 15 Adarê 2021ê, DÛŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
& – Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêkbînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- Arteşa Tirk ya dagirker li Bestayê bi tevlibûna Cerdevanan destpê tevgerekî leşkerî kir.
&- Şandeyek payebilind a Iraqê ku ji serokê artêş, musteşarê ewlekariya netewî, nûnerê karûbarên ewlekariya netewî pêk tê, çû Şengalê.
&- Malbata Şenyaşar got: Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya me.
&- Nivîskarên Kurd diyar kir ku ji bo Kurdî weke ziman û perwerdehiyê fermî bibe, divê her kes destekê bide kampanyayê.
&- Konseya Rêveber ya KNK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebceyê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: emê Helebce ti carî ji bîr nekin