Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 15 Nîsanê 2021, PÊNCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkêş bikin di serî de çend sernûçeyên me.

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re, îro jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, diyar kir ku Haraketa Azadiya Kurd, bi têkoşînek hevgirtî, polîtîqeya sed salî ya dewleta Tirk têk dibe.

&- 9 rêxistinên jinan, bi daxuyaniyekê, destgîrî û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP’a Amedê Hulya Alokman şermezar kirin.

&- Leşkerên Tirk êşkence li gundiyên Zorava yê navçeya Sûrê ya Amedê kirin, li Çelê jî 6 kes hatin binçavkirin

&- Malbata Şenyaşar ku li dijî komkujiya li malbata wan hatibû kirin li ber edliyeya Rihayê nobeta dadê digrê got: ”Rojek wê were ew dozger dê hesab bidin”

&- Li Başûrê Kurdistanê êrişên dewletên dagirker bi rêya sîxur û desteka PDKê her diçe dijwar dibe.

Niha jî berfirehiya bûltena me.