Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16’ê TEBAX’ê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rêber Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya malbatê de got, pirsgirêka li Bakur û Rojhilatê Suriye ne bi şer, bi aştiyê dikare werê çareser kirin û ji bo pêkhatina yekîtiya Kurdan jî banga fedakariyê kir.

&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Ocalan bê bersiv hiştîn û hevdîtina li Imralîyê asteng kirin.

&- Hêzên YBŞ/YJŞ’ê Mam Zekî Şingalî di yekemin salvegera şehîdbûnê de bi merasimekê girseyi bibîranîn.

&- Operasyonên Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li bakûrê Kurdistanê didomin.

&- Fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî, tekildarî xeta sînor, diyar kir ku projeya wan hemû sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire nava xwe.

&- Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiye TUİK’ê got, hêjmara bêkarî zêde bûye, gihîştiye 4 mîlyon û 527 hezar kesan.