Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15 ÎLONê 2020 SEŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê destpê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Çalakiya ‘Nobeta Ji bo Ocalan Azadî’, di hefteya 430î de dewam dike û nobedarên vê hefteyê hunermendên TEV-ÇANDê ne.

&- 48 sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropa, bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku ew tevlî pêngava KCK’ê ya ‘tecrîd, dagirkerî û faşîzmê bi dawî bikin; dem dema azadiyê ye’ dibin.

&- Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê diyar kir ku pêwîste ji bo pêkhatina aştiyê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.

&- Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk li Çewligê axivî û diyar kir ku tengaviya desthilatdariyê her diçe meizn dibe û nikare vê astengiyê bi şer çareser bike.