Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15’ê Cotmeh 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Berdevkê PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku peymana bi rejîma Suriye re “peymaneke leşkerî” ye û got: Soz hatiye dayîn ku Rusya û Rejîm, qada hewayî ji balefirên Tirk re bigirin.

&- Komalên Jinên Kurdistanê KJKê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de daxuyaniyek da û şehîdkirina sekretera giştî ya Partiya Paşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef, weke êrişa li dijî îradeya jina azad û şoreşa jinê bi nav kir.

&- Di roja 6’an Ya berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk Ya qirker de, şervanên QSD’ê li eniyên Minbic û Girê Sipî derbên giran li çeteyên dagirker dan.

&- Li Efrînê di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de, herî kêm 9 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

&- Platforma Defend Rojava, ango Ji bo rojava rabe ser piyan çalakiyan organîze dike.

&- Midûra Giştî ya UNICEF’ê Henrietta Fore, diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker 70 hezar zarokan koç kirine û herî kêm 4 zarok hatin kuştin, 9 zarok jî birîndar bûne.