Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 15ê Kanûnê 2020 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Hesen Dûtar ku di nav civaka Êzidî de wekî Mam Beşîr dihat nasîn şehîd bû.
&- Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku êrîşa li dijî hêzên PKK’ê dê destkeftiyên kurdan têk bibe û êrîş şermezar kir.
&- Greva birçîbûnê ya ku girtiyên li doza pkk û PAJK’ê li dijî tecrîdê dabûn destpêkirin bi koma 4’emîn re di roja 19’an de didome.
&- Li dijî zextên faşîzan ên girtîgehan, berxwedana girtiyan didome, li zîndanên Kalkandere û Bûnyanê hêzên rejîma faşîst dest danîn ser lewazimên girtiyan.
&- Jinên Komînîst û Sosyalîst bi daxuyaniyekî wiha gotin: Hemû jin pêwîst e li dijî zihniyeta qirêj serî hildin. Em bi hev re zêhnîyeta faşîst û tecawizkar hilweşînin