Festîvala bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” tê lidarxistin, gelek dewlemend e.

Hunermend Xecê, Sîmav Huseyîn, Suna Alan, Firmêsk, Jinên Dengbêj, Govend, Koma Zarok MA, û koma Folklorê ya Efxanistanê û Koma Zarokên Rojê wê li ser dika festîvalê bin.

Ji bo herkes tevlî festîvala Zîlan a xwedî kevneşopiyeke mezin e bibe, jinên kurd di nava tevgerê de ne.

Li her qadê bang dikin dibêjin; bi ruhê jin jiyan Azadî berê xwe bidin festîvalê.