Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 16 Nîsanê 2021, ÎN
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkêş bikin, di serî de çend sernûçeyên me.
&- Parêzer, malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê, ji bo hevdîtina li Giravê bi muwekîl û xizmên xwe bikin, îro, car din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
&- Li Elmanya 17 Rêxistinên ku Ciwanên Partiya Keskan jî di navde ne, tevlî kampamya ” Ji bo aştiyek adîl ya li Tirkiyê, ji bo Ocalan azadî” bûn.
&- Berdevkên 7 Partiyên li Senatoya İspanya, bi pêşengiya Senatorên Welatê Baskê Gorka Elejabarrieta û Giravên Balear Vicenç Vidal, daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.
&- Ji Malbata Şenyaşar, çalekiya ji bo pêkanîna edaletê, di roja 39 emîn de didomînin.
&- QSD, li Reqayê avêt ser hucreyeke DAÎŞ’ê ku amadekariya êrişê dikir. Di encamê de 10 çete hatin girtin.
Niha jî berfirehiya bultena me.