Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 16ê GULAN 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Lê pêşî çendsernûçeyên me….
&- Ji parêzerên Ocalan û Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ti aliyê qanûnî ya astengkirina hevdîtina parêzeran tune.
&- Komîteya Navendî ya PKKê bi wesîleya salvegera şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek weşand.
&- Selamettin Yilmaz ku 77 rojin li Girtîgeha Şakranê di greva birçûbûnê de ye, diyar kir ku çi dibe bila bibe heta tecrîd bi dawî nebe têkoşîna wan wê dewam bike.
&- Li Başûrê Kurdistanê, di encama êrîş û bombardumanên Artêşa Tirk ya dagirker de welatiyek şehîd bû.
&- Gerillayên Azadiya Kurdistanê, li qada Sarı Botin li baregeha leşkerên Tirk dan, 5 leşker hatin kuştin.
&- Walîtiya Tirk ya li Bedlîsê, li gund û mezrikên dora bajêr qedexeya derketina derve ragihand.
&- Balafirên şer yên artêşa dagirker a dewleta Tirk saet ji 11.30’an ve derdora Şêladizê û çiyayê Kurejehroyê bomberdiman dikin.
&- Çalakiya dayikên Laçik Spî ya li Meclîsa Enqereyê ku bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, di roja sêyemîn de berdewam dike.
&- Dadgeha rejîma faşîst a AKPê, di derbarê 13 parêzerên OHD’î ku li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin, lêpirsîn vekirin.