Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16’ê Cotmeha 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Li hemberî şerê qirkirina Kurdan û dagirkeriya xaka Rojava, Gerîllayên azadiya Kurdistanê jî darbeyên giran li hêzên Artêşa Tirk ya dagirker dan, 9 leşker hatin kuştin.

&- Artêşa Tirk a dagirker li Çewlikê amadekariya operasyoneke leşkerî dike.

&- Li seranserê Bakûr û Rojhilatê Suriyê li hemberî şerê dagirkerî û kirina Kurdan, Berxwedana Rûmetê berdewam dike, di şerê li gundên Ayla Erba’în de, 60 leşker û çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin, tankek, 7 pîkab û 7 panzer jî hatin rûxandin.

&- Serokê Emerîka Donald Trûmp, diyar kir ku ew dixwazin li bakur Suriyê agirbestek werê ragihandin.

&- Defend Rojava ji bo çalakiyên girseyî yên 19’ê Cotmehê yên li Ewropayê banga tevlîbûnê kir