Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 16ê Cotmehê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pêdike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Çalakiya rûniştina li Strasbourgê, di çarçoveya pêngava KCK’ê de, di roja 5an de dewam dike.
&- Hêzên Gerîlla li Colemêrgê çalakî lidar xistin, di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.
&- Dayikên Şehîdan yên ji Qamişloyê qirkirina siyasî û girtina parlamaneteran li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê şermezar kirin.
&- Jinên Silêmaniyê têkildarî sedemên zêdebûna şideta li ser jinan axivîn û gotin, pêngava yekem ya ji bo rawestandina şideta li ser jinan, divê jin bi xwe bavêjin.
&- Rêxistina Effûyê ya navnetewî bang li Îranê kir ku cezayê darvekirinê yê li ser Ciwanê Kurd Berzan Nesrulzade, betal bike.