Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 17ê Sibatê, 2021ê, ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Rewşenbîrên Ereb, ku bi pêşengiya Rewşenbîrên Misirê kampanya “Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” dabûne dest pê kirin, pêngavek nû dane destpêkirin.
&- Ji welatên cihê yên dinyayê 120 hunermendan deklarasyoneke hevpar weşandin û doza azadiya Rêber Apo kirin.
&- Nivîskar Raûl Zîbechî, diyar kir ku ramana Ocalan, li pêşiya demê ye û zimanê rexneyî yê Karl Marx jî nû dike.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, got, Tişta li Garê qewimî, ne ji nîşkave bû. Li Garê şerê herî dijwar yê leşkerî qewimî. Pençê qertel, nebû lingê mirîşkê jî…
&- Şandeya ku ji DBP, KCD, TJA û HDP’ê pêk tê, li gel astengî û dorpêça polîsan jî li navçeya Nisêbînê starta xebatên Yekitiya Neteweyî ya Kurd da.