Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 17 Adarê 2021ê, ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 12:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Piştî agahiyên li ser medya civakî ya derbarê Rêber Ocalan de, Kurdistaniyên li derveyî welat û dorstên wan, rabûne ser piyan.
&- Birayê Rêber Abdûllah Ocalan; Mehmet Ocalan got, ger tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
&- Komîteya Azadiya Ocalan ji bo agahiyek derbarê Rêber Ocalan de bigire çalakî kir û got; Rêber Apo xeta me ya sor e.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, got, “Gelê me 22 sale di asta herî jor de xwedî li Rêber Apo derdikeve…”
&- Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkilî Newrozê daxuyanî da û got, ”Fedayiyên gelê Kurd weke agirê ku Kawayê Hesinkar li qesra Deheqê Zalim pêxistî, agirê azadiyê geş kirine.”