Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 17ê GULAN 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê daxûyaniya Wezîrê Tirk yê Edaletê de diyar kirin, bi tevî ku qedexe rabûye jî hîn destûra parêzeran nehatiye dayîn ku biçin Îmraliyê.

&- Navenda Ragihandina HPGê, destnîşan kir ku hêzên Gerilla li Tepê Xwedê’de hêzên Artêşa Tirk tarûmar kirin û 6 leşker hatin kuştin.

&- Li Dersim û Şirnexê operasyona ku artêşa Tirk ya dagirker beriya heftiyekê dabû destpêkirin, dewam dike.

&- Li Başûrê Kurdistanê, navçeya Amediyê dema trimbêla Artêşa Tirk derbas dibû de teqîn çêbû, 5 endamên MÎTê birîndar bûne.

&- Dayik û xizmên girtiyên li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan di gerav birçîbûn û rojiya mirinê de ne, li ser lingan bûn.

&- Li peşîya Şaredariya Nisêbîn ya Mêrdînê jî polîs hatin bicihkirin.

&- Ji bo çeteyên DAIŞ’ê yên di destê YPG’ê de ne li dadgeheke taybet bên darizandin, hikûmeta Swêdê kete nava hewldanan.