Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş

Îro 17’ê HEZÎRANÊ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena me dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me…

&- Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Îmralî red kirin û hevdîtina bi xizmên wan re asteng kirin.

&-Hevseroka partiya Guhertin ya Demokrata Kurdistanê ya Suriyê Mizgîn Zêdan got: ‘Çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di peyama Abdullah Ocalan de ye.

&- Navenda ragihandina HPGê, çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam dikin.

&- Çalakgerên Mertalê Zindî di roja 4mîn de li Qeddîlê çalekiya li dijî dagirkeriya Tirk didomînin.

&- Endama Kordînasyona KJK’ê Besê Erzincan, li ser têkoşîna azadiya jinên Başûrê Kurdistanê got: Li cihê ku tenê mêr di axivin, azadî nîne.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li Gabarê operasyon dane dest pê kirin.

&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku, riya têkbirina bloka faşîst di têkoşîna hevpar re derbas dibe.

&- Şandeya Rojava ya ji nûnerên partiyên siyasî û rêveberiya xweser pêk tê, li Başûrê Kurdistanê serdana PDK û nûnertiya HDP’ê kir.