Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17’ê Îlonê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlê xwe re pêkbînin îro careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan.
&-Li Strasborgê “Nobeta Azadiyê” di hefteya 378 ‘an de didome.
&-Berxwedana Nobeta demokrasiyê, li dijî siyaseta xespkirina îradeya gel, li bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 30î de dewam kir.
&- Fermandarê HPG’ê Mahîr Denîz, bang li malbatên leşker û polîsên ku di destê HPGê de ne kir û got, Eger malbat dixwazin zarokên xwe bi saxî û selametî bibînin, bila hesab ji rejîma AKP-MHP’ê bipirsin.
&- Ji bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiye 47 ciwan beşdarî nava refên Gerîla bûn.
&-Berxwedana dayikên Mexmûrê ya dijî dorpêçê didome
&-Polîsan Tirk, li Enqerê êrişî çalakiya gel kirin û 10 jin girtin binçavan.
&- Rejîma AKP û MHPê ya faşîst, piştî xespkirina şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê, Şaredariyên navçeya Amed Pasûr jî xesp kir û niha jî xwe amade dike şaredariya Qereyazî ya Erziromê jî xesp bike.
&-Navenda ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşên Komara Îslamî ya Îranê daxuyaniyek da.