Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18 ÎLONê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.
&- Platforma Komeleyên Herêmî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê hamleya Konseya Rêveberî ya KCKê, ‘tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bidawî bikin; dem dema azadiyê ye’ bi hemû hêza xwe destek bikin.
&- Yek ji gerîllayên HPGê Rizgar Goran, got, berovajî şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk, hêzên gerîlla li hemû deverên Heftanînê bi cîh bûne û çalakiyên gelekî profesyonel li dijî leşkerên Tirk ên dagirker pêk tînin.
&- Berî Çend rojan Komîsyoneke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî, li ser êşkence, tecawuz û hovîtiya dewleta tirk a li Afrîn û Serê Kaniyê raporek weşandi.
&- Welatiyên Kelarê ya bi ser Herêma Germiyanê ve, bi yek helwestê gotin;Yeknegirtina Kurdan metirsiyê li ser destketiyên Kurdan zêdê dike.