Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 18’ê MIJDARÊ 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, yekan e rêya têkbirina dagirkeriya Tirk yekîtiya netewî ya gelê Kurd e û ji hunermendan jî xwest ku ji bo yekitiyê rol bilîzin.
&- Polîsên leşkerî yên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi hêzên dewleta Tirk a dagirker re li rojhilatê bajarê Kobanê yê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê meşand û panzêreke dewriyeyê pê li lingê ciwanekê kir.
&- Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de, rejîma Îran tevkûjî pêk anî, herî kêm 37 welatî hatin şehîdkirin.
&- Li Îranê 2 fermandarên supayê pasdaran, dema ku fermana kuştina xelkê dida, ji aliyê efserek ve hatin kuştin.
&- KNK’ê ji bo serhildana Gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bang li beşê din ên Kurdistanê kir ku xwedî li Rojhilat derkevin.