Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê Mijdarê 2020 SÊŞEM,
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê Îmraliyê de got, Nabe ku biryarên li hemberî êşkenceyê werin paşxistin…”

Hêzên Gerîlla li herêma Zapê çalakiyek lidar xistin, 10 leşkerên dagirker hatin kuştin.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrînê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirine û di çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin.

&- Tevgera Ciwanên Şoreşger -DGH û Tevgera Jinên Ciwan yên Şoreşger-DGK-H, di çarçoveya pêngava ‘Tolhildana Sor’ de, li 7 bajaran çalekî kirin.

&- Şandeya Şengalê ku li Bexda hevdîtinan dike, bi Serokwezîr Mistefa Kazimî re rûnişt û 18 daxwazên xwe pêşkêş kirin.