Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17ê Kanûnê 2020 PÊNCŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin Îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Arteşa Tirk ya dagirker li bejehiya navçeya Lîce ya Amedê destpê tevgerekî dagirkeriyê kir.

&- Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, dabûn destpêkirin, bi koma 5an di roja 21emîn de didome.

&- Komîteya Karên Derve ya KCKê diyar kir ku ji konsolosî û sefaretên welatên biyanî yên li Bexdat û Başûrê Kurdistanê re agahiyên manîpûlatîf ên şaş tên dayîn û berê van derdoran didin tevgera me.

&- Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel -YPG’ê diyar kir ku hêzên wan êrîşî baregehên pêşmergeyan nekirine û bang li rayedarên Başûr kir ku dev ji sûcdarkirin û provokasyonan berdin.