Malbat dê cenazeyê Turkan Yuksel a di Nîsana sala parde jiyana xwe ji dest da, ji Cizîrê bigirin û bibin li warê wê Elbistanê defin bikin.

Sala par di 22-28’ê Nîsana 2017’an de li herêmê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê pevçûn derketibû. Di pevçûnê de endama YJA-Starê Turkan Yuksel (Nudem Nurhak) û hevalek xwe di şer de jiyana xwe winda kiribûn. Malbatê ji bo cenazeyê Yuksel bigirin mînka xwînê dabûn. Lê ji ber ku tu encam ji dozgeriyê nehat girtin, Cenaze li Cizîrê hatibû definkirin. Malbate dîsa serî li dozgeryê dan û piştî serlêdanê cenazeyê Yuksel îro wergirtin. Malbatê piştî cenazeyê Yuksel ji goristanê derxistin birin Gundê Kantarma yê navçeya Elbistanê ya Mereşê. Hat zanîn ku malbat dê cenaze li gundê Kantarma defin bikin.