Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê jî di nav de 173 siyasetmedarên Fransayî belavokeke hevpar li rojnameya Le Joûrnal du Dîmanche weşandin.

Di belavokê de têkildarî êrişên Azerbaycanê yên li dijî Ermenan bang li hikumetê hate kirin û ji Fransayê hate xwestin, ku “stratejiya têkildarî şer” di ber çavan re derbas bike.

Di belavokê de hate bibîrxistin ku Azerbaycanê di 27’ê Îlonê de li dijî Ermenan şer ragihandiye û hate gotin, “Ev êriş di heman demê de êrişeke giran a li dijî welatekî dost ê Fransayê ye.”

‘QADA BÊALÎ ÊDÎ NÎNE’

Siyasetmedaran diyar kirin ku Tirkiye êdî aliyekî şer e û gotin, “Ji êrişên meha Tîrmehê yên li dijî Ermenistanê û vir ve, Tirkiye daxuyaniyên şerxwaz dide ku piştgiriya Azerbaycanê dike û bi vî rengî şer sor dike.”

Siyasetmedaran komên çete yên ku dewleta Tirk şandine bi bîr xistin û gotin, “Divê bê qebûlkirin ku êdî qada bêalî nîne, ku Fransayê bi dehan salan ji bo aştiyê hewl da ava bike.”

Siyasetmedaran gotin, “Bêalîbûn ne îmzeya eşkere ya ji bo wan êrişan e ku armanca xwe ya yekane tunekirina gelê Ermen e.”

Siyasetmedaran bang li dîplomasiya Fransayê kirin ku stratejiya têkildarî şerê li Qerebax a Jorîn di ber çavan re derbas bike û xwestin, ku şer bê rawestandin û Qerebax a Jorîn bê naskirin.