Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 19ê Çile 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Çalakiya nobetê ya li paytexta Elmanya Berlînê, ji aliyê koma 2emîn ve devam dike.

&- Tevgera leşkerî ku artêşa Tirk a dagirker di 9ê Çileyê de li çoltera Licê dabû desptêkirin, dewam dike.

&- Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirêya Asayîşa Êzîdxanê hatî destpêkirin, di roja xwe ya 49an de berdewam dike.

&- Wezîrê Dagirkeriya Tirk ê parastinê Hulûsî Akar bi şandeyeke eskerî re çû Iraqê

&- Koordînasyona YPS/YPS JIN, bi daxuyaniyekê, salvegera 5emîn ya damezrandina YPS/YPS JIN’ê pîroz kir.