Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 18ê Sibatê, 2021ê, PÊNŞEM
Li Brûkselê saet 12: 00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdûllah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyeke berfireh encama şerê 4 rojan ê li Garê, berxwedana gerîla û çawaniya kuştina esker, polîs û endamên MÎTê eşkere kirin.

&- Li Cizîrê tecrîd hate şermezarkirin

&- Li gelemperiya Ewropayê çalakiyên şermezarkirina 15ê Sibatê berdewam dike. Di çalakiyan de hêzên gerîlla, ji ber serketina wan a li Garê hate silavkirin.

&- Xwepêşandêrên Bexdayê ji hikûmetê xwestin ku hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê vên derxistin